Çûn û hatina li Hurmuzê car din destpê kir

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku çûn û hatina li Kendava Hurmuzê car din destpê kir.

Di daxuyaniya artêşa Îranê de hate diyarkirin ku di nava 24 saetên dawî de 35 keştî li kendavê derbas bûne.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku tankerên petrolê û keştî bi Hêzên Deryayî yên Mûhafizên Şoreşê yên Îranê re di nava koordînasyonê de derbas bûne.

Piştî êrîşên ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Îsraîlê meha Sibatê li ser Îranê dan destpêkirin, rêveberiya Tehranê kontrola Kendava Hurmuzê bi dest xistibû.

Piştî şer li herêmê çûn û hatina li ser deryayê, di rêjeyeke girîng de rawestabû.

Hat ragihandin ku keştî tenê dikarin di korîdoreke teng a hatî diyarkirin re derbas bibin û ji bo vê yekê jî pereyên zêde tê xwestin.